QSD’ê êrişa şaneyên DAIŞ’ê têk bir

QSD’ê ragihand ku şervanan êrişeke şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ya li gundewarê kantona Dêrazorê têk bir û diyar kir ku navenda Dêr Hafirê ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ve hat topbarankirin.

QSD’ê êrişa şaneyên DAIŞ’ê têk bir
8 ÇILE, 2026   00:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Hêzên me vê êvarê êrişeke terorîst a şaneyeke girêdayê rêxistina DAIŞ a terorîst a li dijî nuqteyeke leşkerî ya hêzên me ya li bajarokê Meraşîde yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê têk bir.

Şaneya terorîst di êrişê de guleyên RPG bi kar dianîn, lê hêzên me ku erka xwe ya asayî ya parastina şêniyan bi cih dianîn, bi lez û biryar bersiva jêdera êrişê dan û êriş têk birin bêyî ku zerarên madî û canî bighêjin hêzên me.

Hêzên me tavilê operasyoneke lêgerînê li derdora herêmê da destpêkirin a ku ewlehiyê bisepîne û rê li ber hewldanên ketina herêmê an êrişên muhtemel bê girtin.

 Hemwextî vê êrişa terorîst, koma ’El Emşat’ a girêdayî hikumeta Şamê navenda Dêr Hafirê bi obîs û hawanan kir hedef.  Di êrişê de windayên mirovî an madî çênebûn.

Hêzên me piştrast dikin ku ev êrişên hemwext nîşana hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê ye. Hêzên me diyar dikin ku dê têkoşîna li dijî şaneyên terorîst bidomînin, ji bo parastina sivîlan jî tevahî tedbîrên pêwîst bigire û bi xurtî bersiva gefên li ser ewlehiya herêmê bidin."

(b)