Êrişên li ser çand û zimanê Kurdî hatin şermezarkirin

Êrişên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  li ser çand û zimanê Kurdî dike, bi daxuyaniyekê li Kobanê hatin şermezarkirin.

Êrişên li ser çand û zimanê Kurdî hatin şermezarkirin
29 îlon, 2024   15:18
KOBANÊ

Bi dehan xebatkarên qada perwedeyê li parka Ronî War a li bajarê Kobanê hatin ba hev. Endaman bi daxuyaniyekî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çand û zimanê kurdî şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Caklîn Şêx Xidir ve hate xwendin.

Caklîn êrişên desthilata Tirk ên li ser MED-DER,  Payîz Pirtûk û ANKA’yê şermezar  kir û got: “Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, siyaseta tunekirin û jiholêrakirina ziman, pewerde û çanda kurdî, ji hêla dewleta Tirk bê navber tê birêvebirin. Dewleta Tirk sed sal e siyaseta qedexekirina zimanê Kurdî dimeşîne û bi her awayî hewl dide çanda kurdî tune bike.”

Caklîn êrişên herî dawî yên li bajarê Amedê ku  24’ê îlona îsal li ser navendên Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Ziman, Çand û Perwerdeyê ya ANKA’yê û girtina nêzî 30 endamên van degzehan bi bîr xistin û got: " Bi awayekê aşkere û bê sedem êrişî dezgehên çand, ziman û perwerdeyê yên kurdî dike. Hemû  hewldanên wê ji bo tunekirina zimanê Kurdî, pêşîgirtina li perwerdeya bi zimanê kurdî  ye. "

(am/bb)

ANHA