Di êrişên li Beyrûtê de 2 Kobaniyan jiyana xwe ji dest da

Hate zanîn ku di êrişa Îsrîalê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê de jineke kobanî û hevjînê xwe jiyana xwe ji dest da.

Di êrişên li Beyrûtê de 2 Kobaniyan jiyana xwe ji dest da
29 îlon, 2024   14:27
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, di êrişa hewayî ya duh (28 Îlon) a artêşa Îsraîlê ya li ser taxên başûrê Beyrûtê de mala jina bi navê Yazî Muslim Sadiq û hevjînê wê Ebdullah Sadiq bû hedef. Hate diyarkirin ku Yazî û hevjînê wê ku ji Kobanê di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da.

Yazî Muslim Sadiq û hevjînê xwe ku ji gundê Hilincê yê 5 kîlometreyan dikeve bajarê Kobanê ne, ji 6 salan ve li Beyrûtê diman. Çav li rêye ku cenazeyên her du şêniyan wê werin Kobanê.

Hate diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên li taxên başûrê Beyrûtê de hejmareke Sûriyeyî birîndar bûne.

(bb) 

ANHA