Çeteyan welatiyek revand û 150 dar birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand û 150 dar birîn.

Çeteyan welatiyek revand û 150 dar birîn
29 îlon, 2024   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên Firqet Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker roja 27’ê Îlonê welatiyê bi navê Kawa Mistefa Mistefa (40) ê ji bajarokê Bilbilê revand.

Rêxistinê destnîşan kir ku çeteyên Feyleq El Şam jî bi kêmanî 90 darên bitemen ên daristanên gundê Îska yê bajarê Efrînê birine.

Li gorî rêxistinê, çeteyan li gundê Mesekerê yê bajarê Şerayê 60 darên zeytûnê yên welatiyên Mihemed Zeyno û Luqman Tobal birin û ji bo firotinê birin baregehên xwe.

(bb)