Êrişên li dijî rojnamevan li Şehbayê hatin şermezarkirin

Tevgera jinan li kantona Efrîn û Şehbayê bi meşekî girseyî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan şermezar kir. Jinan got divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn.

25 tebax, 2024   18:53
ŞEHBA

Tevgera jinan li kantona Efrîn û Şehba bi beşdariya sedan jinên Efrînê, Şehba, endamên Kongra Star, jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de bi diruşma "Hûn nikarin heqîqetê tarî bikin, ne bi xiyanetê û ne jî bi hedefgirtina jinan" meşeke girseyî li dar xist.

Meşvan li bajarokê Ehdasê yê Şehbayê kom bûn û pankartên "Hedefgirtina jinên rojnamevan tirsa dijmin îfade dike", "Na ji xiyanetê re, na ji terora dewleta Tirk re" hildan. Meşvan heya parka 4'ê Nîsan meşiyan.

Li wir endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Rîhan Elo axivî û wiha got: "Em di şexsê her du jinan de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin. Em li vir soza berxwedana xwe nû dikin û em ê tola şehîdên xwe rakin. Her wiha xiyaneta mala Barzanî ne cara yekem e. Xiyanet di xwîna wan de ye. Em êrişên dewleta Tirk û xiyaneta mala Barzanî şermezar dikin. Tu carî bi êrişên xwe yên li dijî rojanemvan nikarin dengê heqîqetê qut bikin."

Rîhan di dawiyê de axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em soz didin ku em ê şopdarê rêya şehîdên xwe bin."

Her wiha Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Zelûx Bekir wiha got: "Em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin. Em êrişên dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha xiyaneta PDK'ê û malbata Barzanî û hevkariya wan bi dewleta Tirk re bi tundî şermezar dikin. Sedema van êrişan jî tirsa ji azadiya jinan e. Bi êrişên li dijî rojnamevanên jin nikarin îradeya jina azad bişikînin."

Zelûx Berkir di dawiyê de wiha got: " Tu carî nikarin vîna jinê bişikînin û divê hesab ji dagirkeriyê bê pirsin."

()

ANHA