Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û agirbesta li Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê û agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û agirbesta li Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne
27 mijdar, 2024   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Îsraîlê hewl dide xetên îmdadê yên Hizbullahê yên li Sûriyeyê tune bike" weşand. 

Rojnameyê ku nûçeya xwe spartiye nirxandinên lêkolîneran, diyar kir ku ji destpêka êrişên li ser Lubnanê ve, xetên di navbera Sûriye û Hizbullahê de têk çûn. Ji ber wê kengî bixwaze Lubnanê û heta Sûriyeyê bombebaran dike.

Li gorî heman lêkolîneran, Îsraîlê ji van êrişan dixwaze Hizbullahê heta demeke dirêj û domdar zeîf bike, ji ber wê xetên îmdadê yên lojîstîk ên li Sûriyeyê bombebaran dike û hewl dide êdî Hizbullah nekare serî rake yan ji nû ve hêza xwe ya berê vegerîne û çekan bi dest bixe.

Rojnameyê destnîşan kir ku ji destpêka êrişkirina Xezayê û Lubnanê ve, Şam li hember derbeyên Îsraîlê bê deng e, ji ber ku baş dizane her bersivandinek, dê qada şer û êrişên Îsraîlê ber bi wê ve firehtir bike.

‘GELO LIHEVKIRINA AGIRBESTÊ DÊ LI BER XWE BIDE?’

Tora El Hura behsa lihevkirina agirbestê ya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de kir û cih da gefa serokwezîrê Îsraîlê Benjemîn Netanyahu ku heke Hizbullah "pabendî lihevkirinê nebe, dê bersiveke tund bide".

Torê cih da nirxandinên lêkolînera Peymangeha Lêkolînên Rojhilata Navîn a Washingtonê Henîn Xeddar ku dibêje firsend heye ku lihevkirin bidome. Her kes naxwaze şer bidome. Nemaze serokê Amerîka yê nû Donald Trump ku di 20`ê Çileyê de dest bi erka xwe bike û soz dabû şer rawestîne.

Li gorî Henînê 60 rojên agirbestê dê gelek hesas bin lê pirsgirêka bingehîn ne biserketina agirbestê ye, lê belê hêza Hizbullahê ye ku ruxmî lihevkirinê bikare careke din xwe bi çek bike. Henîn di heman demê de bal kişand ser ku Hizbullah soz dabû ku çekên xwe li başûrê çemê Lîtanî bi cih neke, lê dîsa jî ev nayê wateyê ku hêzên xwe li bakurê çem xurttir neke. Li her dera Lubnanê dikare moşekan biavêje.

Henîn di heman demê de metirsiyên xwe ji tunebûna "çavdêriya cidî" li ser sînorên Lubnan-Sûriyeyê anî ziman ku Îran dikare çek bi rêya Sûriyeyê ji Hizbullahê re bişîne û ev bi xwe di siberojê de dê li ser ewlehiyê xetere be.

(şx/k)