Îsraîlê 13 deriyên sînor û deverên li ser sînorên Sûriyeyê-Lubnanê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê piştî nîvî şevê 10 dergeh û 3 deverên li ser sînorê Sûriye û Lubnanê bombebaran kirin, di encamê de 16 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Îsraîlê 13 deriyên sînor û deverên li ser sînorên Sûriyeyê-Lubnanê bombebaran kir
27 mijdar, 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî nîvê şevê, balafirên şer ên Israîlî deriyên sînor ê El Erîda li gundewarê Tertûs bo yekem car, deriyê El Debusiye, Cosiyê li gundewarê Humsê, derbasgehên nefermî li Wadî Xalid li gundewarê Humsê, 3 pirên li ser çemê El Kebîr li ser sînorên Sûriyeyê û Lubnanê bombebaran kirin.

Bi vî awayî Îsraîlê 10 xalên sînorî di 2 êrîşên cuda de bombebaran kirin, di nav wan de 3 deriyên fermî hene.

Balafirên şer ên Îsraîlê her wiha 3 deverên li ser sînorên Sûriyeyê û Lubnanê bombebaran kirin.

Di êrişan de derbazgehên nefermî li devera Cirûd Qusaya û derdora Nebî Şêt, li nêzîkî bajarokên Sergaya û Zebedanî li gundewarê Şamê hatin bombebarankirin.

(k)