Êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê: 4 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de zêdetirî 82 êriş li Lubnanê pêk anîne. Hate ragihandin ku karegeheke çekan û navendeke fermandariyê ya Hizbullahê hatin hedefkirin û di êrişeke din de 4 kes hatin kuştin

Êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê: 4 kes hatin kuştin
20 cotmeh, 2024   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li Beyrûtê navenda fermandariyê û kargeheke çekan a Hizbullahê bombebaran kirin. Artêşê diyar kir ku her du cihên ku di saetên destpêkê yên vê sibehê hatin bombekirin di binê erdê de bûn.

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê vê sibehê çar caran taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

Hate diyarkirin ku Îsraîlê bi balafirên şer malek li bajarokê Nebetiyê bombebaran kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Her wiha hate zanîn ku artêşê bi dijwarî û bi obîsan bajarok û deşta Xeyam topbaran kirin û bajarokê Hanîn ê başûrê Lubnanê jî bi balafiran bombebaran kir.

Li gorî nûçeyan, êrişên li ser bajarokê Eyta Şab ê nêzî sînor dewam dikin. Hate gotin, duh bi şev jî bajarokên Teyrî, Qebrîxa, Tîba û Zebîn ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.

Li herêma Bîqa jî bajarokên Bezaliya, Ensar, Biwadî û Xider jî bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Hate ragihandin ku deriyên sînorî yên navbera Sûriye û Lubnanê de wekî Muşrif, Hewş Seyîd Elî, Tîlal, derdora herêma Hermel a bakurê rojhilatê Lubnanê jî hatin hedefkirin.

Li gorî hate ragihandin, di 24 saetên dawîn de zêdetirî 82 êriş hatin kirin.

(bb)