PDK'ê gelek kes ji Bakurê Kurdistanê biriye Soranê

Hate ragihandin ku PDK'ê gelek kes ji Bakurê Kurdistanê ji bo dengdanê biriye Soranê.

PDK'ê gelek kes ji Bakurê Kurdistanê biriye Soranê
20 cotmeh, 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ajansa Rojnewsê ku çend wêne weşand, PDK’ê hejmarek mirov bi pasaportên Tirkiye biriye îdareya serbixwe ya Soran a ser bi Hewlêrê ve da ku li wê derê dengên xwe bi kar bînin.

Li gorî agahiyên Rojnewsê ji çavkaniyên taybet wergirtine, 15ˈê Cotmehê jî PDK’ê ji Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û derdora wê, hezar û 500 kes ji bo dengên sexte bidin, birin Dihokê.