Wezîrê karên derve yê Urdinê li Şamê ye

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî gihaşt Şamê.

Wezîrê karên derve yê Urdinê li Şamê ye
20 cotmeh, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Urdinê, wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen Sefedî li ser vexwendeke fermî, gihaşt paytexta Sûriye Şamê.

Hate diyarkirin ku El Sefedî wê bi Beşar Esed û wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Besam Sebax re hevdîtinê bike.

Wezîrê karên derve yê Urdinê 15ˈê Sibata 2023ˈan serdana Şamê kiribû û rewşa mirovî ya Sûriyeyê bi rayedarên Şamê re nîqaş kiribûn.

(bb)