Êrişên Îsraîlê yê li ser Lubnanê didomin; endamekî Hizbullahê hat girtin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê endamekî Hizbullahê li başûrê Lubnanê girtiye.

Êrişên Îsraîlê yê li ser Lubnanê didomin; endamekî Hizbullahê hat girtin
31 adar, 2026   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku hêzên Firqeya 36'an operasyonên xwe li başûrê Lubnanê didomîne.

Artêşê destnîşan kir ku endamekî Hizbullahê dema çavdêriya tevgerên firqeyê dikir, hat girtin û sewqî lêpirsînê hat kirin.

Berdevkê artêşê Avichai Adraee daxuyaniyek li ser X'ê weşand û diyar kir ku "hêzan operasyonên dijwar ên hedefgirtina binesaziya Hizbullahê pêk anîn. Depoyên çekan, baregehên leşkerî, deriyên tunelên binerd û qaîdeyên roketan rûxandin."

Adraee destnîşan kir ku di operasyonên meydanî de çekên li dijî tankan û alavên leşkerî jî di nav de, çekên cur bi cur hatine desteserkirin.

Her wiha ragihand ku di rojên dawî de bi zêdetirî 700 topan, baregehên Hizbullahê yên li herêmên başûr hatin hedefkirin.

(bb)