Tevgera Îsraîlê ya li Lubnanê û bandorên şerê li dijî Îranê di rojeva rojnameyan de bûn

Medyaya erebî nivîsî ku Washington amadekariyên ji bo destwerdaneke bejayî ya li Îranê temam dike, li benda ronahiya kesk a ji rêveberiya DYA’yê ye. Di vê navberê de, Îsraîlê kontrola xweli başûrê Lubnanê berfireh kiriye.

Tevgera Îsraîlê ya li Lubnanê û bandorên şerê li dijî Îranê di rojeva rojnameyan de bûn
31 adar, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, li ser şerê li Îranê, rewşa li başûrê Lubnanê û zêdebûna aloziya li Kendavê ya ji ber şerê li dijî Îranê nivîsîn.

‘DYA AMADEKARIYÊN JI BO DESTWERDANEKE BEJAYÎ LI ÎRANÊ TEMAM DIKE’

Rojnameya El Ereb der barê şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê yê li ser Îranê nivîsî: "Washington tevgerên xwe yên leşkerî li Rojhilata Navîn lez dike, ji ber ku planên wê yên ji bo operasyoneke bejayî ya li hundirê Îranê temam dibin, ev pêşveçûn tê wateya îhtîmala hebûna leşkerî ya rasterast a DYA’yê li ser axa Îranê.”

Wezareta Parastinê ya DYA’yê dixebite ku senaryoyên operasyonê yên ku dikarin bi hefteyan bidomin, temam bike. Lê ev amadekarî nayên wateya ku biryareke dawîn hatiye dayîn. Ronahiya kesk a siyasî hîn jî li cem serokê DYA’yê Donald Trump e.

‘ÎSRAÎL KONTROLA XWE LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ BERFIREH DIKE’

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser rewşa li başûrê Lubnanê nivîsî û diyar ku cewherê pevçûnê li wir ji êrişeke rasterast a bejayî veguheriye pêşbirkeke ji bo kontrolkirina "girên erdnîgarî" yên stratejîk.

Îsraîl bi armanca qutkirina xetên locjîstîkê yên Hizbullahê û dorpêçkirina li şûna ku bicihbûneke bejayî ya berfireh pêk bîne, erdên bilind û xalên derbasbûnê kontrol dike.

‘EREBISTANA SIÛDÎ, QETER Û URDUN LI HEMBER ÎRANÊ DIBIN YEK’

Rojnameya Independent Arabia li ser rewşa Kendavê nivîsî û diyar kir: "Di demekê de ku Îran êrişên bi dron û mûşekan li ser dewletên Kendavê û Ereban dike, civîneke sêalî ya asta bilind li Ciddeyê hate lidarxistin ku prensê Siûdiyê Mihemed bin Selman, emîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed û qralê Urdunê Abdullah Duyemîn anîn cem hev, da ku hewl bidin helwestên xwe der barê rewşa leşkerî ya li Rojhilata Navîn de nêzî hev bikin.”

Civîna Ciddeyê hewl dide hewlwesta Ereban bike yek ji bo kêmkirina aloziyê û parastina aramiya herêmê.

(k)