Êrişên Îsraîlê; li Xezayê û başûrê Lubnanê 13 kes hatin kuştin

Hat ragihandin ku di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê û başûrê Lubnanê de 13 kes hatine kuştin.

Êrişên Îsraîlê; li Xezayê û başûrê Lubnanê 13 kes hatin kuştin
27 adar, 2025   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya filistînî, di êrişên Îsraîlê yên li ser bakurê Xezayê de 10 kes hatine kuştin.

Televîzyona El Aqsa ya Filistînê ragihand ku hêzên Îsraîlê li devera Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê malek bombebaran kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser başûrê welat de, 3 kes hatine kuştin.

(bb)