Bi boneya 4’ê Nîsanê semîner û çandina daran

Bi boneya nêzîkbûna 4’ê Nîsanê rojbûna 76’an a Rêber Abdullah Ocalan Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê semînerek da. Li Til Temirê jî dar hatin çandin.

27 adar, 2025   14:24
HESEKÊ

Bi boneya nêzîkbûna 4’ê Nîsanê rojbûna 76’an a Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê semînerek da. Semîner li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya li Dirbêsiyê bi beşdariya endamên Yekitiya Jinên Ciwan, meclis û saziyên sivîl hat dayîn.

Di semînerê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbesiyê Soryaz Semo li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, felsefeya wî û têkoşîna wî ya ji bo mafên jinan û azadiya civakê axivî.

Soryazê got: "Robûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna têkoşîna jinan a ber bi azadiyê ve ye. Em jinên ciwan teqez dikin ku em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin û felsefeya wî ya Jin, Jiyan, Azadî belav bikin."

Di dawiya semînerê de belgefîlmek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî hat nîşandan.

Bi heman armancê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a Aûsrî û Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 140 dar li Pakrewangeha Şehîdan çandin.

(bb)

ANHA

Dirbêsiyê

til temir