Fermandar Egîd li Eyn Îsayê hat bibîranîn

Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) di salvegera 39’an a şehadeta xwe de li Eyn Îsayê hat bibîranîn.

Fermandar Egîd li Eyn Îsayê hat bibîranîn
27 adar, 2025   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 39’an a şehadeta Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz), semînerek li bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê hat dayîn.

Merasîm li hola civînan bi beşdariya bi dehan kesî hat dayîn. Piştî rêzgirtinê, rêveberê Meclisa Bajarê Eyn Îsayê Selah Eyn Îsa kurtejiyana şehîd Egîd vegot û got: "Em fermandar Egîd di salvegera 39’an a şahadeta wî de bi bîr tînîn. Fermandar Egîd kesê yekemîn bû ku di meşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê de 15’ê Tebaxê fîşeka azadiyê li hemberî zilm û destpotiyê teqand. Fermandar Egîd sala 1956’an li bajarê Farqînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Di ciwantiya xwe de tev li refên berxwedan û têkoşîna azadiya Kurdistanê bû. Li hemberî zilma li ser gelê xwe bû fermandarekî şoreşger ê mînak."

Selah Eyn Îsa anî ziman ku ku fermandar Egîd bi rihê xwe yê fedaî çanda berxwedanê di nava gelê xwe yê azadîxwaz de da avakirin û wiha domand: "Bi hezaran ji gelê me ku dane ser şopa şehîd Egîd li dijî êrişan li ber xwe didin û ji bo rizgarkirina gelê xwe tê dikoşin."

Semîner bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA