Êrişên DYA û Îranê yên li hemberî hev didomin

Artêşa DYA'yê ragihand ku wan li 90 hedefên leşkerî yên Îranê xistiye. Îranê jî diyar kir ku wan êriş birine ser baregehên DYA'yê yên li Kuweyt û Bahreynê.

Êrişên DYA û Îranê yên li hemberî hev didomin
9 tîrmeh, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî IRNA ya Îranê, di êrişên hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li nêzî bajarê Ahvaz ê eyaleta Huzistanê de, herî kêm 3 kes hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûne.

Cîgirê waliyê Huzistanê Valiullah Hayatî ragihand ku êriş li derdora Ahvazê hate kirin û mirî û birîndar hene.

DYA: LI 90 HEDEFAN HATE XISTIN

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA'yê (CENTCOM) ragihand ku 8'ê Tîrmehê li hemberî 90 hedefên leşkerî yên li Îranê operasyoneke nû pêk anîn.

Di daxuyaniya CENCTOM'ê de hate gotin, sîstemên parastina hewayî jî di nav de, li binesaziya leşkerî hatiye xistin û hate gotin, operasyon ji bo lawazkirina kapasîteya êrişê ya Îranê ya li ser deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê hatiye kirin.

Serokê DYA'yê Donald Trump hişyarî da ku eger Îran êrişên xwe yên li ser keştiyên li Tengava Hurmuzê dewam bike, dê operasyonên leşkerî yên "girantir" pêk bînin.

Trump li ser platforma medyaya dîjîtal Truth Socialê daxuyaniyek da û got: "Ev yek bersiva li hemberî bombardûmana doh a Îranê ya li ser keştiyan e. Eger dubare bibe wê encamên xwe girantir bibe."

ÎRAN: ME LI BAREGEHÊN DYA'YÊ YÊN LI KÛWEYT Û BAHREYNÊ XIST

Artêşa Pasdara Îranê jî ragihand ku wek bersiva li êrişên DYA'yê wan li baregehên wê yên leşkerî yên  li Kuweyt û Bahreynê xistiye.

Di daxuyaniyê de ku li ser televîzyona dewletê IRIB'ê hate weşandin, hate îdiakirin ku bi fuze û balafirên bêmirov li baregehên Arifcan û Ali El Salem ên li Kûweytê û baregehên Cuffayr û Şeyh Îsa yên li Bahreynê hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de her wiha gef hate xwarin ku eger DYA êrişên nû bike dê li baregehên DYA’yê yên din ên li herêmê bixe.

Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku piştî êrişên DYA'yê seferên li xeta hesinî ya Tehran-Meşhedê hatine rawestandin.

Her wiha sermuzakerevanê Îranê Muhammed Bakir Galîbaf anî ziman ku Tengava Hurmuzê tenê bi şertên ku ji aliyê Îranê ve bêne diyarkirin, dikare ji nû ve bê vekirin. Galîbaf got siyaseta gef û zextê ya DYA'yê dê bê encam bimîne.