Li Til Temirê xebata paqijiyê dewam dike

Meclisa Bajarê Til Temirê bi tevkariya Şaredariya Gel xebatên paqijiya giştî didomîne. Meclisa Bajarokê Qibûr Qeraçînayê rêya M4 a navbera Til Temir- Qamişloyê paqij dike.

9 tîrmeh, 2026   10:50
HESEKÊ

Xebata paqijiyê ya ku 25‘ê Hezîranê ji aliyê Meclisa Bajarê Til Temirê û Şaredariya Gel a bajar ve hatiye destpêkirin, dewam dike.

Di çarçoveya xebatê de ku hefteyê duşem û pênşemê tê kirin, îro ekîbên paqijiyê derbasî Taxa Asûrî bûn û çop û toz ji rê û naverêyan rakirin.

Meclisa Bajarokê Qibûr Qeraçîna ya girêdayî bajarê Til Temirê jî xebata paqijiyê ku destpêka vê mehê dabû destpêkirin, didomîne. Meclisê paqijkirina rêya M4 a navbera Til Temir û Qamişloyê dewam kir.  Di hefteya borî de gelek gund wekî Til Eyn El Ebid û Dirdariyê hatin paqijkirin. Ev xebat dê di demên pêş de li hemû gundên girêdayî meclisê bê kirin.

(bb)

ANHA