Koçberiya ji  deverên rojhilatê Hesekê zêde bûye

Di encama kêmbûna derfetên kar, paşketina rewşa xizmetguzarî û jiyanî de, koçberiya ji deverên rojhilatê Hesekê ber parêzgehên din ve zêde bûye.

Koçberiya ji  deverên rojhilatê Hesekê zêde bûye
9 tîrmeh, 2026   10:16
HESEKÊ

Ji bajarên Holê, Til Hemîs, Til Birak û Şedadê yên xeta rojhilatê bajarê Hesekê, koçberiya ber bi parêzgehên din ên Sûriyeyê ve zêde bûye.

Çavkaniyên xwecih da zanîn kuk pêla koçberiyê ji ber paşketina rewşa aborî û debarê çêbûye. Li gorî çavkaniyan, piştî ku hikumeta demkî kete bajarên navborî, rêjeya bêkariyê zêde bûye, derfetên kar tune ne û xizmetên bingehîn bi paş ketine.

Çavkaniyan her wiha bi bîr xist ku di demên dawîn de paşketin di rewşa xizmetguzariyê de çêbû, buhayê nan zêde bû, ceyran bi domdarî qut e, mazot ji bo jenartoran nayê dayîn. Di encama van hemûyan de mercên jiyanî zehmet bûne, nemaze bi bilindbûna pileya germê di havînê de.

Li gorî çavkaniyan, ji van herêman gelek kesan berê xwe da parêzgehên din û li wir di çandinî û karên cuda de dixebitin.

(bb)

ANHA