‘Êrişên dewleta Tirk bi têkoşîna gel têk diçin’

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Necî Selemê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ji bo şikandina berxwedana gel û valakirina herêmê ne. Her wiha diyar kir ku bi berxwedan û têkoşîna gel dê herêmên dagirkirî bên rizgarkirin.

‘Êrişên dewleta Tirk bi têkoşîna gel têk diçin’
‘Êrişên dewleta Tirk bi têkoşîna gel têk diçin’
13 îlon, 2024   05:40
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Ji 6 salan ve êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrîn û Şehbayê ranewestane. Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de ji serê meha Îlonê ve 2 kes şehîd bûn û 6 kes jî birîndar bûne.

Têkildarî êrişan cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Necî Selemê û koçberên Efrînê ji ANHA'yê re axivîn.

Necî Selemê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê ve li ser Şehbayê ranewestane û her tim sivîl dibin armaca van êrişan.

Selemê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser Şehbayê ne, li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: "Mafê me ye ku em xwe biparêzin. Tevahî pêkhateyên ku di kantona Efrîn û Şehba de dijîn, bi hev re parastina xwe dikin û di xeta têkoşînê de jî bi israr in. Vîna gelê me bi van êrişan naşikê. Dewleta Tirk nikare ewlehî û aramiya heyî têk bibe.”

Selemê axaftina xwe wiha domand: "Hin caran êrişên dewleta Tirk tirsê di nava gel de çêkirin, lê gelê me di berxwedana xwe de bi israr e û ji bo vegera li Efrînê her tişt dane ber çavê xwe.”

Necî Selemê got: "Şehba bûye herêmeke koçberan. Her wiha hêzên navneteweyî û cîran wekî Rûsya, Îran û Sûriyeyê ku di kantonê de cih digirin, lê li hemberî van hemû êrişan jî bêdengiya wan heye û em bêdengiya wan qebûl nakin û şermezar dikin. Divê ev dewlet di bêdengiya xwe de nemînin."

Necî Selemê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelê me di xeta berxwedanê de bi israr e. Bila tu kes an jî dewlet tevliheviya di herêmên Rêveberiya Xweser de û di navbera pêkhateyan de çênekin. Bi şerê taybet  û nakokiyan nikarin vîna me bişikînin. Bi hêza gelê xwe û şervanên xwe em tevahî herêma Sûriyeyê ya dagirkirî rizgar bikin."

Têkildarî êrişên li ser kantona Efrîn û Şehba koçberên ji Efrînê jî diyar kir ku dê her tim li hemberî dagirkeriyê tê bikoşin.

Cîhan Erselan diyar kir ku ev 7 sal e li ber xwe didin û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker her roj êrişî kantona Şehbayê dike û sivîlan dike armac. Dewleta Tirk nikare berxwedana me têk bibe. Em piştgiriya Hêzên Rizgariya Efrînê dikin û em şopdarî rêya şehîdên xwe ne. Em ê bi têkoşîna xwe Efrînê rizgar bikin û vegerin Efrînê."

Her wiha Mihemed Elî Hesen jî diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe nikare berxwedana wan têk bibe û têkoşîn û berxwedana wan ji bo vegera li Efrînê ye.

ANHA