Nivîskar Cemîl: Diyaloga navxweyî wê pêşî li destwerdanên derve bigire

Nivîskar û rojnamevan Cemîl Reşîd diyar kir ku diyalog û tifaqa navxweyî wê li ber destwerdanên derve bigirin û ji xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê ve dê pirsgirêkên aborî jî çareser bikin.

Nivîskar Cemîl: Diyaloga navxweyî wê pêşî li destwerdanên derve bigire
13 îlon, 2024   06:40
HELEB
MIHEMED EBDO

Nivîskar û rojnamevan Cemîl Reşîd têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê girîngiya diyaloga navxweyî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta Şamê vegot.

Reşîd got: "Dema du alî di diyalogan de cidî bin, divê şertên pêşîn neyên dayîn da ku bigihêjin armancên tên xwestin."

’DIYALOG DAXWAZA TEVAHIYA SÛRIYEYAN E’

Reşîd bal kişand di nêzîktiyên hikumeta Şamê yên li hemberî beyannameya Rêveberiya Xweser de xalên ne zelal hene. Her wiha bi bîr xist ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 2018’an di beyannmeya xwe ya ewil de ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê banga vekirina deriyên diyalogan kiribû, gel Sûriyeyê beyanname bi erênî pêşwazîkiribû.

Reşîd îşaret pê kir ku ji ber hebûna tevahî hêmanên siyasî Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê dikarin nêzîbûyenekî çêbikin. Reşîd ji ber nêzîkatiyên wê rexne li hikumeta Şamê kir û diyar kir ku hikumeta Şamê deriyên diyalgan digire û bi israr e ku mîna tiştek nebûye rewşa vegerîne beriya 2011’an.

Têkildarî girîngiya diyalogan Reşîd wiha axivî: "Di encama yekemîn a diyalogan de wê herêmên dagirkirî ji terora çeteyên dewleta Tirk û komên El Qaîde yên li Idlibê werin rizgarkirin. Pê re wê di çarçoveya pêkanîna Hevpeymana Civakî de ku mafên hemû çîn û pêkhateyan mîsoger dike û li ber destwerdanên derve rê digire, sûriyeke yekbûyî ya nenevandî were avakirin ku taybetmendiyên her herêmekê di ber çavan re bê derbaskirin. Her wiha ji pêvajoya jinûve avakirina Sûriyeyê bigire dê pirsgirêkên aborî werin çareserkirin û dê projeya neteweya demokratîk ji nêzîk ve were naskirin."

Reşîd destnîşan kir ku hin aliyên derve naxwazin diyalog di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de pêk werin û sedema vê yekê wiha şîrove kir: "Ev hêz serkeftina Rêveberiya Xweser metirsiyê li dijî berjewendiyên xwe dibînin, ji ber wê jî ew hewl didin bi tevahî rêbazan wê têk bibin."

"RÛSYA KiRÎZA UKRAYNAYÊ DERDIXE Û LI SER XAKA SÛRIYEYÊ DANÛSTANDINÊ DIKE"

Reşîd der barê daxuyaniyên Lavrov ên vê dawiyê de got: "Ew berteka krîza kûr a Rûsyayê li Ukraynayê ye. Diyar e ku Rûsya dê bi tevahî rêbazan, aloziya xwe derxe dewletên ku lê heye di serî de Sûriyeyê."

Reşîd ev li gotinên xwe zêde kir: "Rûsya bi rêya daxuyaniya Lavrov, piştgiriya dewleta Tirk dike. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku, li ser hesabê gelê Sûriyeyê bazaran dike ji bo ku berjewendiyên xwe bi dest bixe."

Reşîd destnîşan kir ku di hemû civînên navneteweyî yên Astana, Sûçî û Cinêvê de nûnerên rastîn ên gelê Sûriyeyê tune bûn, di encamê de welat li dewletên ku destwerdan lê kirine, hate parvekirin, ew parvekirin bi rêya gelek planan hate kirin nexasim "herêmên bêçek".

Di dawiya axaftina xwe de Reşîd destnîşan kir ku diyaloga Rêveriya Xweser û hikumeta Şamê dê rê li ber destwerdana Rûsyayê bigire. Ji ber wê jî rêya tekane ya pêşeroja Sûriyeyê ji bo hikumeta Şamê ew e ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogeke zelal keve.

(bb-mh)

ANHA