Êrişên dagirkeriyê li 3 bajarên Almanyayê hatin şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Almanyayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin.

Êrişên dagirkeriyê li 3 bajarên Almanyayê hatin şermezarkirin
3 kanûn, 2024   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Kassel, Hannover û Nurnberg ên Almanayên hatin şermezarkirin.

KASSEL

Bi dehan Kurdistanî, dostên wan û gelek komên Alman li bajarê Kassel ê Almanyayê bi organîzasyona Meclisa Gel li Rathausê li hev civiyan û êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Rojava protesto kirin.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Gel a Kasselê axivî û got: “Dewleta Tirk, Kurdan weke dijminê xwe yê herî mezin dibîne û ji bo tunekirinê serî li her rê û rêbazê dide. Em bang li hemû gelan bi taybet jî gelê Kurd dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.”

Piştre metna ku ji aliyê KON-MED’ê ve hatibû amadekirin bi Elmanî û Kurdî hate xwendin.

Her wiha polîsan rêya çalakvanên ku xwestin bimeşin girtin.

Girseyê ku tevî hemû hewldanên polîsan li ber xwedan, bi pankart û alên YPG û YPJ’ê û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Terorîst Erdogan” û “Kurdistan wê ji faşîsmê re bibe goristan” heta Qada Kasselê meşiyan. Girseyê ku di meşê de bersivê nedan gelek provakasyonên polîsan û li ber xwe dan, meşa xwe li Qada Kasselê bi dawî kirin.

HANNOVER 

Li bajarê Hannover ê Almanyayê jî Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre axaftinên kurt hatin kirin û bang li Kurdistanî û dostên Kurdan hatin kirin ku kolanan neterikînin.

Demokratên li dijî Îranê jî piştgirî dan mîtînga ku li ber Gara Trenê ya Hannoverê pêk hat. Çalakvanan li navenda sûkê meşiyan û dawiyê dîsa vegeriyan cihê çalakî lê dest pê kir.

Di meş û mîtîngê de dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Terorîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye" û "Qatilê zarok û jinan Erdogan" hatin berzkirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê almanyayê jî  êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de girseyê bêyî navber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” berz kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê sûriyeyê.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” bi dawî bû.