Pedersen: Geşedanên li Sûriyeyê diqewimin gelek xeternak in

Geir Pedersen diyar kir ku geşedanên li Sûriyeyê diqewimin gelekî xeternak in û banga rawestandina şer û çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêyên aştiyane kir.

Pedersen: Geşedanên li Sûriyeyê diqewimin gelek xeternak in
4 kanûn, 2024   00:30
NAVNDA NÛÇEYAN

 Li Neteweyên Yekbûyî (NY) civîneke awarte der barê geşedanên li Sûriyeyê de hat lidarxistin.

 Di civînê de Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen got, geşedanên li Sûriyeyê ji ber êrişên "terorîst" ên li ser Heleb û Idlibê rû didin, gelek xeternak in.

Pedersen diyar kir ku qadeke fireh a Sûriyeyê êdî di bin kontrola komên "terorîst" û çekdar de ye û got: "Kiryarên şer zêde bûne û rêxistinên çekdar ber bi bajarên mezin ve pêşde diçin. Ev rêxistinên çekdar êdî binesaziyên giştî û nexweşxaneyan dikin hedef."

Pedersen banga rawestandina şer kir û got "Divê em aloziya Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane çareser bikin."

Nûnerê Daîmî yê Cezaîr ê li NYˈyê jî anî ziman ku ew ji ber êrişên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser Helebê bi fikar in û got, ji bo tunekirina terorê divê hemahengî çêbibe.

(bb)