Eniya Jinên Başûr banga xwedîderketina li Rojava kir

Eniya Jinên Başûr bal kişand ser plan û êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava û diyar "Eger em nikaribin van planan pûç bikin, wê sibê hemû Kurdistan rûbirûyê vê hovîtî, komkujiyê bibe û jenosîdeke mezin li ser gelê me bê kirin."

Eniya Jinên Başûr banga xwedîderketina li Rojava kir
3 kanûn, 2024   23:39
NAVENDAN NÛÇEYAN

Eniya Jinên Başûr li dijî êriş û metirsiyên komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bo ser gel û xaka Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Eniya Jinên Başûr wiha ye:

"Jinên Kurd û şervanên di salên borî de bi berxwedan û bedeldayîneke bêhempa karîn hebûn û hêza xwe ji cîhanê re bidin ispatkirin û bibin sembola mêrxasî û qehremaniyê. Di têkoşîna li dijî teror û dagirkeriyê û bi berxwedana xwe karîn hêzeke hovane wek DAIŞ’ê têk bibin.

Îro jî carekî din û bi plana bavê DAIŞ’ê Erdoganê faşîst û xwînrêj, ji bo ku dîsa jinan û gelê Kurd qir bike û komkujiyê li ser gelê me pêk bîne, bi navê cuda dîsa çeteyên xwe berdane ser Sûriyê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê.

Îro bi hezaran jin û zarok û pîr û ciwanên Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiya komkujî û jenosîdê de ne. Ji bo ku em û gelê me û cîhan careke din nebin şahidê komkujî û jenosîdeke din li ser gelê me, pêwîste ji destpêkê hemû gelê me û mirovahî û bi taybetî jin û azadîxwazên cîhanê xwedî helwest bin û dakevin kolanan û rê li ber vê planê bigirin û komkujiya li ser gelê me pûç bikin.

Em wek Eniya Jinên Başûr bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinan, kesên rewşenbîr û pêşengên civakê dikin ku dengê xwe bilind bikin. Eger em niha dengê xwe bilind bikin, kolanên cîhanê bihejînin û wan planên ku îro li ser Rojavayê ne pûç bikin; em ê bikaribin plan û tevgerên li ser her çar parçeyên Kurdistanê pûç bikin. Her wiha berevajî vê yekê, eger em nikaribin van planan pûç bikin, wê sibê hemû Kurdistan rûbirûyê vê hovîtî, komkujiyê bibe û jenosîdeke mezin li ser gelê me bê kirin.

Her kes û alî çi bîr û baweriyeke cuda hebe jî, divê em hemû wan deynin aliyekê, bikevin tevgerê ji bo parastina xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê. Her deng, çalakî û alîkariyek ji bo hilweşandin, pûçkirina van plan, metirsî, hovîtiya Erdogan û çeteyên wî gaveke pir mezin û girîng e. Em jî wek Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê soz didin ku bi her awayî em ê hewl bidin bibin dengê jin û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê."