Êrişên Amerîka yên li dijî Hûsyan dewam dikin

Li gorî çavkaniyên yemenî, hêzên Amerîkayê di saetên şevê de gelek deverên welat bombebaran kirin, di encamê de hin kes birîndar bûn.

Êrişên Amerîka yên li dijî Hûsyan dewam dikin
29 adar, 2025   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan ragihand ku hêzên Amerîkayê di saetên şevê de gelek deverên Yemenê bombebaran kirin.

Kanala El Mesîra da zanîn ku li dijî balafirgeha Navneteweyî ya Senaayê jî du êriş hatine kirin.

Li gorî heman kanalê, herêma fermandariyê ya li Senaayê hat bombebarankirin û di encamê de zerar li mal û dikanan bûn. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan Enîs El Esbehî ev agahî piştrast kir û diyar kir ku di encama vê bombebaranê de 2 zarok jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Kanalê ku agahiyên xwe dispêre nûçegihanê xwe yê Senaayê aşkera kir ku herêma Serif a navçeya Benî Heşîş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye bombebaran kir û dîmenê bombebarana malekî jî weşand.

Heman kanalê ragihand ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve 16 êriş li dijî parêzgeha Umran hatine kirin û da zanîn ku di êrişê de herêma El Bedaa, El Emşiya, Hebaşa, El Adî, El Ebla û Cebel El Eswed hatine hedefkirin. Li gorî kanalê, Amerîkayê li dijî parêzgeha Seida (baregeha Hûsiyan li bakurê Yemenê) 5 êriş û  li dijî parêzgeha Hudeyda (rojava) û parêzgeha Cewf (bakurê rojhilat) 3   êriş pêk anîn.

(bb)