Rageşiya Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de behsa rageşiya dawîn a Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê kir û analîzên cihêreng ên der barê sedem û bandorên wê li ser rewşa siyasî û ewlehî li herêmê de pêşkêş kirin.

Rageşiya Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ye
29 adar, 2025   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê behsa avêtina bênavbera a moşekan ber bi Îsraîlê ve kir û pirsa rola Hizbullah li hember van moşekan kir ku bi taybet ew herêm di bin serweriya wê de ye.

Rojnameyê diyar kir ku heta ku Hizbullah ne berpirsiyarê sereke be, lê ew aliyê berpirsê vê yekê dizane û ev yek pirsên der barê armanca rasteqîn ji van kiryaran de derdixe holê ku hewla şantajkirina Îsraîlê û jinûve tevlihevkirina kaxizên li qada Lubnanê be.

Her wiha rojnameyê diyar kir ku dibe ku rageşiya Îsraîlê bi hewldana têkbirina îstîqrara siyasî ya li Lubnanê be, nexasim jî piştî derketina nîşaneyên navneteweyî yên alîkarîdayîna Lubnanê, ji bo derketina ji krîzê, ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku serdana fermandarê artêşa Lubnanê Cozêf Ewn ji Fransayê re di çarçoveya hewldanên navneteweyî yên geşkirina îstîqrarê de ye.

Li gorî rojnameyê, berpirsên Lubnanê jî bi awayekî lez Hizbullah ji pêkanîna êrişan bê par kirin, lê hîna jî guman li hember rola wê ya pêkanîna van êrişan çi yekser çi ne yekser be heye.

HIZBULLAH RÛBIRÛYÎ DU HILBIJÊRAN E: TESLÎMBÛYÎN AN JÎ ŞEREKÎ WÊRANKER

Rojnemaya Şerq El Ewset bal kişand ser bandorên êrişên Îsraîlê li dijî başûrê Beyrûtê ku cara yekê ye piştî agirbestê pêk tê. Rojnameyê destnîşan kir ku Hizbullah rûbirûyî du hilbijêrane; yan teslîmbûyîna rewşa heyî yan jî mîna çawa berê kiriye li hember Îsraîlê bisekin û dibe ku bi xwe re şiyanên wê yên mezin werin têkbirin.

Hate gotin, "çalakgerê siyasî Elî El Emîn anî ziman ku Hizbullah li hember 3 sînaryoyên muhtemel e; ya yekemîn bersivdana yekser, dibe ku ev bi xwe re rageşiyeke fireh bîne, ya duyemîn jî bêdengî û paşguhkirina derbeyên dawîn û ya sêyemîn jî pêkanîna êrişên neragihandî, weke avêtina moşekan bêyî ku berpirsiyariyê hilgire ser xwe. "

‛PEYMANÊN AMERÎKA-ÎSRAÎLÊ JI HERÊMÊ Û CÎHANÊ RE’

Rojnameya El Quds El Erebî jî rageşiya Îsraîlê bi serdana serokê Lubnanê Cozêf Ewn ji bo Parîsê re girê da û diyar kir ku êrişên Îsraîlê li dijî başûrê Lubnanê binpêkirinên mezin ên agirbestê ye û dibe ku bi xwe re rageşiyeke mezin bîne.

Her wiha rojnameyê bal kişand ser pêşdeçûnên dawîn ku hemwextî ragihandina "lihevkirina Ceday" ya nexşekirina sînroê di navbera Sûriye û Lubnanê de, pêk hatin.

Rojnameyê di nivîsa xwe de behsa tevgera Ewropayê li herêmê kir, bi taybet rola Fransa ya hewldanên geşkirina îstîqrarê li Lubnan û Sûriyeyê çi bi rêya pêşkêşkiirna piştgiriya aborî yan jî bi rê ya geşkirina hevbendiyên rojavayî.

Girêdayî mijarê rojnameyê behsa rola Îranê de rewşa heyî de kir û got hin aliyên siyasî yên Lubnanî hewl da avêtina moşekan bi rewşa Tehranê ve girê bibe.

(fr)