KCK’ê Riza Altun û şehîdên Amedê bi bîr anîn

KCK’ê di salvegera şehadeta wan de 10 şoreşgerên ku di sala 1996’an de li girtîgeha Amedê hatin qetilkirin û Riza Altun û hevrêyên wî yên ku di sala 2019’an de bi êrişa hewayî hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

KCK’ê Riza Altun û şehîdên Amedê bi bîr anîn
24 îlon, 2026   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyê nivîskî 10 şoreşgerên ku di sala 1996’an de li girtîgeha Amedê hatin qetilkirin û Riza Altun û hevrêyên wî yên ku di sala 2019’an de bi êrişa hewayî hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

KCK’ê got, “Di 24’ê Îlona 1996’an de 10 hevalên me, di zindana Tîpa E ya Amedê de bi textên bizmar bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di 15’ê Îlona 2019’an de jî yek ji kadroyên pêşeng ên Partiya me hevrêyê me Riza Altun tevî hevrêyên me Baz û Garzan bi êrîşekî hovane hatin qetilkirin. Em di salvegera şehadeta wan de, wan hevalan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Hevrêyê me Riza Altun, dema ku Tevgera Apoyî li Enqereyê di nava ciwanên zanîngehê de derketinek kir, li taxa Tuzluçayirê bi gelek hevalên xwe re tevlî koma me bû. Ew hêzekî girîng kirin koma me. Ew bûn yek ji şoreşgerên pêşeng ku Tuzluçayir di wê demê de wekî Moskowayê were binavkirin. Tuzluçayir taxeke ku şoreşgerên sosyalîst herî zêde lê ne. Ne tenê milîtanên sosyalîst ên ciwan, xelkê Tuzluçayirê jî di nava têkoşîn û rêxistinbûna sosyalîst de cih girtiye.

Hevrêyê me Riza Altun jî dema ku li Enqereyê di nava Apoyiyan de têkoşînê dimeşand, di sala 1976’an de hat welêt û li Dîlokê di nava xebatan de cih girt. Hevrêyê me ku di têkoşîna li dijî faşîstan de, di refên herî pêş de bû, li Dîlokê di rêxistinkirina ciwan û gel  de rolekî girîng lîst.

Di têkoşîna Curne Reş-Sêwreg de tevî Mehmet Karasungur, endamê konseya leşkerî bû. Wekî yek ji fermandarên leşkerî yên ewil cihê xwe di dîrokê de girtiye.

Bû yek ji pêşengên berxwedana Zindana Hejmar 5 a Diyarbakirê; li hemû zindanên ku lê hatiye sirgûnkirin, pêşengiya rûniştandina xeta berxwedana Zindana Hejmar 5 kiriye. Çawa ku ji zindanê derket, di nav 20 rojan de xwe gihandiye cem Rêber Apo; ji wê rojê heta şehadeta xwe di hemû qadên têkoşîna me de di asta rêveberiya pêşeng de berpirsyarî girtiye ser xwe.

Li Ewropa û li her parçeyên Kurdistanê berpirsyarî girtiye. Heta roja şehadeta xwe berpirsyariya xebatên dîplomasiyê yên Tevgera me ya Azadiyê bi rê ve dibir.

Ne tenê xwe û hevalên xwe yên li Tuzluçayirê, hemû malbata xwe, xwişk û bira û biraziyên xwe jî tevlî vê têkoşînê kiriye û bi vî aliyê xwe di têkoşîna me ya azadiyê de cihê xwe yê mînak girtiye.

Hevrêyê me Riza Altun bi kesayeta xwe ya xweser wê her tim di nav vê têkoşînê de bê bibîranîn, wê kesayeta wî ya têkoşer di têkoşîna me de bê jiyîn.

Hevalên me yên ku di 24'ê Îlona sala 1996'an de li zindana Diyarbakirê bi awayekî hovane hatin qetilkirin wê ti carî neyên jibîrkirin. Di dîroka me ya têkoşînê de bûn hevalên me yên ku bi awayê herî hovane hatin qetilkirin. Ev şehadet dibin nîşaneyên şênber ên ku em têkoşîneke çiqasî zor û zehmet dimeşînin. Ev komkujî di rastiya dewleta Tirk de bûye îfadeya dijminatiya Kurdan.

Bîranîna wan ji bo me dibe ferman û talîmata bilindkirina têkoşînê û pêkanîna jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd. Ew nayên jibîrkirin; heqkirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk bi bilindkirina têkoşîna pêkanîna hesretên wan pêk tê.

Em ê bi sekna têkoşîna hevrê Riza Altun û hevrêyên me yên bi hovane hatin qetilkirin, hesretên wan pêk bînin. Ji bo vê jî em ê di her qada têkoşîna xwe de wan bidin jiyîn.

Ji bo pêkanîna hesretên wan jî, em ê bi bilindkirina têkoşînê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi serkeftinê tacîdar bikin.