Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin

Komîteya Hemahengî û Şêwirmendiyê ya Partiyên Neteweyê yên Suryanî û Asûrî yên Sûriyeyê, bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîma bîranîna şehîdên komkujiya Simêlê li dar xist.

Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin
Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin
Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin
Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin
Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin
Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin
Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin
Bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîmek hat lidarxistin
7 tebax, 2026   22:14
HESEKÊ

Komîteya Hemahengî û Şêwirmendiyê ya Partiyên Neteweyê yên Suryanî û Asûrî yên Sûriyeyê bi boneya Roja Şehîdên Asûrî merasîma bîranînê li Dêra Qedîsa ya bajarê Til Temirê li dar xist. Nûnerên hêzên siyasî û olî, şandeyên ji pêkhateyên Suryan, Kurd, Ereb, rewşenbîr û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Partiya Yekitiya Suryan endama Meclisa Giştî ya partiyê Meha Şabo axivî. Meha bal kişand ser dîroka gelê Suryan-Asur û komkujiyên ku li dijî wan hatine kirin, her wiha koçberkirina wan.

Meha Şabo destnîşan kir ku ev bone ji bo bîranîna qurbaniyan e û got: "Di vê boneyê de em teqeziyê li ser girîngiya parastina nasname, hebûn û mafên rewa yên gel de dikin."

Meha Şabo di dewama axaftina xwe de girîngiya xebata hevpar di navbera partî û saziyên Suyranî Asurî de û avakirina dewleteke demokratîk ku mafên neteweyî, olî û çandî yên hemû pêkhateyan biparêze anî ziman.

Di merasîmê de berpirsê Rêxistina Asûrî Bersum Yûsif jî qurbaniyên komkujiyên li dijî Suryan û Asuriyan bi bîr anîn û banga domandina têkoşîna aştiyane, demokrat, qanûnî û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan kir.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Asûrî ya Demokrat Conî Hurmuz jî bi bîr xist ku 7‘ê Tebaxê roja bîranîna qurbaniyên komkujiya Simêlê û nûkirina soza bi şehîdan re ye.

Conî Hurmuz got, ev bone gelek wateyan hildigire ku hestê xemgîniyê derbas dike û got, ev roj roja nûkirina soza têkoşîna azadî, edalet, jiyaneke bi rûmet û hebûna li ser xaka dîrokî ye.

Hurmuz di dewama axaftina xwe de banga mîsogerkirina edaleta dîrokî û naskirina komkujiyên li dijî Asuryan, di serî de komkujiya Simêlê, her wiha hesabpirsîna ji berpirsên komkujiyan kir. Her wiha got, hesabnepirsîn hişt ku êriş dewam bikin û  êrişên çeteyên DAIŞ‘ê yên sala 2015‘an ên li dijî gundên Xabûrê nîşana vê yekê ye.

Conî Hurmuz banga parastina nasname, çand û zimanê asûrî, beşdariya çalakî ya siyasî û pêkanîna hemwelatîbûna wekhev kir.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser komkujiyên li dijî gelê Asur-Suryan hatine kirin, hat pêşandan.

(bb)