Ereb, Asur, Suryan û Kurd ji bo Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe didin

Li navçeya Til Temirê, Kurd, Ereb, Sûryan û Asur ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe didin.

Ereb, Asur, Suryan û Kurd ji bo Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe didin
Ereb, Asur, Suryan û Kurd ji bo Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe didin
19 sibat, 2024   12:30
HESEKÊ

Li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê di çarçoveya kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, îmze têne komkirin.

Li Til Temirê ku Kurd, Ereb, Asur û Sûryan lê dijîn, Komîteya Însiyatafa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan kom dike da ku ji Meclisa Yekitiya Ewropayê re werin şandin.

Bi dehan şêniyên navçeyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan, li taxa Hemrayê kom bûn û îmze avêtin.

Ji endamên komîteyên komkirina îmzeyan Ehmed Heyd diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya Kurd, Ereb, Sûryan û Asûran e û got: "Rêbertî bi fikr û îdeolojiya xwe nûnertiya me dike. Rêbertî hêviya me ya azadiyê ye. Ev kampanya girêdana me ya bi Rêbertî re nîşan dide. Rêbertî ji bo gelên herêmê kilîta aştî û çareseriyê ye. Em soz didin em ê şopdarên xeta wî bin, em ê têkoşînê bidomînin ta ji girtîgeha Îmraliyê azad bibe."

Li navçeyê eleqeyeke zêde ji bo kampanyayê heye.

(bb)

ANHA