Li nêzî beravên Yemenê teqînek di keştiyeke Brîtanyayê de çêbû

Brîtanyayê ragihand ku tîma keştiya ku li nêzî bendera El Mexa ya Yemenê şevê din teqîn tê de çêbûye, ji keştiyê derketiye. DYA’yê jî ragihand ku gelek baregehên Hûsiyan ên li Yemenê bombebaran kirine.

Li nêzî beravên Yemenê teqînek di keştiyeke Brîtanyayê de çêbû
19 sibat, 2024   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku desthilata leşkerî agahî daye ku tîma keştiyê ji keştiyê derketiye, lê belê sedemên teqînê aşkera nekirin.

Desteyê diyar kir ku desthilata leşkerî li nêzî cihê teqînê yê li başûrê bendara El Mexa ya Yemenê, alîkarî pêşkêş kiriye.

Desteyê yekşemê ragihandibû ku teqînek li nêzî keşyiyekê ku li başûrê bendera El Mexa ye, çêbûye.

Her wiha desteyê li gorî agahiyên ku kaptanê keştiyê parve kirine, di encama teqînê de zirar çêbûye lê belê tiştek bi tîma keştiyê nehatiye.