Eraqçî: Me daxwaza agirbestê û danûstandinê bi Amerîkayê re nekiriye

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku welatî wî daxwaza agirbest an danûstandinan bi Amerîkayê re nekiriye û anî ziman ku "tu wateya danûstandina bi Washingtonê re nîn e. ezmûnên berê ne baş bûn."

Eraqçî: Me daxwaza agirbestê û danûstandinê bi Amerîkayê re nekiriye
15 adar, 2026   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hemû rapor û daxuyaniyên Amerîkayê û yên Donald Trump ên ku dibêjin Îranê daxwaza agirbest û vegera danûstandinan kiriye, red kirin.

Eraqçî di daxuyaniyeke çapemeniyê de da zanîn ku welatê wî daxwaza agirbestê yan jî ketina danûstandinan nekiriye. Tehran amade ye parastina xwe bike. Ew dibînin ku di danûnstandinên bi Amerîkayê re tu sûd nîn in. Ezmûnên berê yên diyalogê ne baş bûn."

Eraqçî destnîşan kir ku Îranê cih, tesîs û baregehên leşkerî yên Amerîkayê hedef digire.

Der barê Tengava Hurmuzê de, Eraqçî diyar kir ku Îranê ew tengav negirtiye û sedema neçûyîna hin keştiyan ji ber nebûna ewlehiyê ya ji ber êrişên Amerîkî ye.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî anî ziman ku gelek welatan ji bo misogerkirina derbasbûna ewle ya keştiyên xwe di tengavê re bi Îranê re têkilî danîne. Lê biryara dawî li ser vê mijarê li cem artêşa Îranê ye.

(ac/fr)

ANHA