Nasnameyeke çandî ku bi Newrozê re tê nûkirin; cil û bergên kurdî

Cil û bergên kurdî yek ji sembolên çandî yên herî berbiçav e ku nasnameya civaka Kurd nîşan dide. Bi nêzîkbûna Newrozê re, ev cil û berg di meydan û şahiyên giştî de dîsa girîngiya xwe digire, ji ber ku gelek kes wê dipejirînin da ku şahî û serbilindiya xwe bi nasname û çanda Kurdî nîşan bidin.

16 adar, 2026   03:45
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Cil û bergên gelêrî yên kurdî yek ji sembolên çandî yên herî berbiçav in ku nasnameya kurdî nîşan didin. Rengên geş, dirûtina bi destan û şêwazên wan ên cuda, nîşaneyên dewlemendiya çanda kurdî derdixin pêş.

Cil û bergên kurdî ne tenê nîşaneyeke mîratey ne, lê ew beşeke bîra kollektîf temsîl dikin ku adet, kevneşop û nirxên aîdiyetê hildigirin. Jin bi rêya hûnandin, dirûtin û veguhastina kevneşopên cil û bergên kurdî ji bo nifşên nû, roleke girîng di parastina vê mîrateya çandî de dilîzin.

Her ku Newroz nêzîk dibe, cilên kurdî li meydan û şahiyên giştî têne nûkirin, hem ji hêla jin û hem jî ji hêla mêran ve wek îfadeya şahiyê têne lixwekirin. Her wiha bi wateyên sembolîk ên têkildarî nasname û çandê ve girêdayî ne. Cilên Kurdî di 8'ê Adarê de jî bi awayekî berbiçav têne nîşandan ku gelek jin dixwazin di bûyer û çalakiyên civakî û çandî de wan li xwe bikin.

Di vê çarçoveyê de, firoşkarekî qumaşan li bazara bajarê Qamişloyê diyar kir ku daxwaza qumaşan ji bo cilên kurdî bi nêzîkbûna 8’ê Adarê û Newrozê re zêde dibe.

Firoşkar da zanîn ku di vê heyamê de jin qumaşên rengîn û bi nexşên ku giyanê biharê nîşan didin tercîh dikin, gelek ji wan cilên nû bi taybetî ji bo beşdarbûna pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên têkildarî 8’ê Adarê didirûn.

Girêdayî mijarê lêkolîner Salihê Heydo diyar kir ku modaya cilê kurdî curemendiya erdnîgarî û civakî ya di navbera herêmên Kurdistanê de nîşan dide.

Salihê Heydo anî ziman ku cilên kurdî li Efrînê pir caran bi qumaş û nexşên destan têne xemilandin, lê li Kobanê bi şêwazekî sadetir bi rengên geş xuya dikin ku xwezaya herêmê nîşan didin, lê herêmên Cizîrê bi curemendiya qumaşan û bikaranîna rengên geş ên biharê di cilên jinan de navdar e. Li gorî lêkolîner ev cudahî taybetmendiya çandî û civakî ya her herêmê nîşan didin, lê ew di çarçoveya nasnameya giştî ya kurdî de dimînin.

Heydo destnîşan kir ku cilên kurdî li beşên din ên Kurdistanê di sêwirandin û rengan de xwedî taybetmendiyên cihêreng in ku ev yek cilên kurdî dike tabloyeke çandî ku pirrengiya civaka kurdî û dîroka wê diyar dike.

Hunermend Bêrîvan Botan jî got çanda kurdî bi kûrahiya xwe ya dîrokî û pirrengiya xwe tê zanîn, şoreşa Rojava tevî gelek hewldanên tunekirin û marjînalîzekirinê jî çanda kurdî vejand.

Bêrîvan Botan anî ziman ku modaya kurdî ne tenê cilên kevneşopî bû, lê beşeke nasnameya civakî û çandî pêk dianî û destnîşan kir ku hin polîtîkayên çandî û modayên biyanî hewl didin ku van cil û bergan paşguh bikin, lê civak wekî sembolek aîdiyet û cihêrengiya çandî pê ve girêdayî ye.

Bêrîvanê girîngiya parastina cilên resen ên kurdî û dûrxistina ji teqlîdkirina modelên biyanî destnîşan kirin û got parastina mîrateya çandî beşeke girîng a parastina nasnameyê ye.

(ac)

ANHA