Îsraîlê êrişî Lubnanê kir; serkirdeyekî Hemasê hat kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li herêma Şerhebîl a başûrê Lubnanê de serkirdeyekî Tevgera Hemasê hat kuştin.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir; serkirdeyekî Hemasê hat kuştin
15 adar, 2026   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

AFPˊê daxuyand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî herêma Şerhebîl a nêzîkî Seyda ya başûrê Lubnanê de serkirdeyekî Tevgera Hemasê hat kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan, di êrişa li dijî avahiyeke li Seydayê de ku li wir mezintirîn kampa penaberên Filistînî heye, serkirdeyê Hemasê Wîsam Taha hatiye kuştin.

Di 5ˊê Adarê de jî Îsraîlê êriş bire nêzîkî malekê li bajarê Terablusê yê bakurê Lubnanê de di encamê de serkirdeykî Hemasê kuştibû.

(fr)