Eraqçî: Bi Omanê re têkildarî Hurmuzê pêşketinek mezin pêk hat

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di dan û standinên wan û Omanê yên têkildarî rêveçûna demkî ya deryavaniya Tengava Hurmuzê de pêşketineke mezin pêk hat.

Eraqçî: Bi Omanê re têkildarî Hurmuzê pêşketinek mezin pêk hat
8 îlon, 2026   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî daxuyand ku di danûstandinên bi Seltenet Oman re têkildarî birêvebirina deryavaniya li Tengava Hurmuzê ya stratejîk de pêşketinek mezin hat bidestxisitn.

Eraqçî got di peywendiyekê li gel hempîşeyê xwe yê Japanî de pêşdeçûnên dawî yên danûstandinên bi Omanê re vegot û destnîşan kir ku der barê siberoja deryavaniya li tengavê de pêşketinek mezin pêk hat.

Îran û Oman ku her du dewletên peravên wan bi tengavê re ne ji çend hefteyan ve mekanîzmaya birêxistinkirina tevgera deryavaniyê nîqaş dikin. Tehranê ragihandibû ku der barê gihandina rêkeftinekê ya têkildarî rêveçûna demkî ya derbasbûna keştiyan de pêşketinek pêk hatiye.

Îranê bi rêya Tengava Hurmuzê ji destpêşa şerê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)ji 28’ê Sibatê ve tevgera deryavaniyê asteng kiriye. Washingtonê jî dorpêçeke deryayî li ser peravên Îranê ferz kiriye.

Tehranê gotibû ku tevgera deryavaniyê li tengavê nabe wekî beriya şer.

Rayedarên Îranê diyar kiribûn ku rêkeftina bi Omanê re dibe ku di çend rojên bê de were îmzekirin. Her wiha Tehranê dabû zanîn ku ger DYA daxwazên wê weke rakirina cezayan ji ser beşa petrolê, berdana pereyên wê yên cemidî û bidawîkirina dorpêçê pêk bîne ew ê tengavê bi temamî veke.

(f)