Zarokek dema vegera li warê xwe birîndar bû

Zarokekî 10 salî di nava karwanê koçberên Serêkaniyê de ji erebeyê ket û birîndar bû.

Zarokek dema vegera li warê xwe birîndar bû
8 îlon, 2026   18:37
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ragihandine, dema karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê vedigeriya warê xwe, zarokê bi navê Hesen Hisên Hemîd (10) ji erebeyê werbû.

Hesen ku di bûyerê de bi giranî birîndar bûye û hin kestiyên wî şikestine veguhestin nexweşxaneyên Hesekê. Li gorî agahiyên rewşa wî giran û tedawiyê didome.

Hesen ji gundê Xeşmê yê bakurê Zirganê yê Til Temirê ye, îro tevî malbata xwe di nava kerwanê duyemîn ê koçberan vedigeriya warê xwe.

(bb)