Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"

Xwendekar û şêniyên bajarê Qamişloyê di meşa "Em zimanê xwe dixwazin" de xwestin biryra Wezareta Perwerdeyê were betalkirin û perwerdeya û zimanê kurdî di destûrê de were fermîkirin.

Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"
Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"
Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"
Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"
Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"
Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"
Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"
Li Qamişloyê xwepêşandana "Em zimanê xwe dixwazim"
8 îlon, 2026   20:15
QAMIŞLO

Xwendekar û şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina dersên zimanê kurdî bo 3 saetan tenê xwepêşandanek li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar xist. Di xwepêşandanê de pankartên "Parastina zimanê dayikê parastina çand û nasnameya me ye", "Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî", "Em zimanê xwe dixwazin", "Ziman me çand û rûmeta me ye", "Şehîdan ji bo ax, welat û ziman can da", "Zimanê Kurdî sembola  hebûna me ye" û "Bê ziman jiyan nabe"hatin vekirin. Bê navber dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin.

Di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin. Bang kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û hate gotin, perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ên xwendekaran e.

Her wiha hate desntîşankirin  ku 3 saet tenê ji bo zimanê Kurdî hêviyên gelê Kurd ê ku bi salan bedelan dide, bi cih nayîne.

Her wiha hate xwestin ku perwerde îsal li gorî minhacên Rêveberiya Xweser were meşandin heya ku minhacekî sûriyeyî yê yekbûyî were çêkirin ku mafên hemû pêkhateyan li ber çavan bigire û di destûra nû de were fermîkirin.

(bb)