Eniya yekgirtî ya 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva gefên Reza Pehlewî da

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê bersiva êriş û dijayetiya Reza Pehlewî da û got: Wê ev peyamên dijminane dawî de negihin ti armancekê. Berovajî vê, wê îradeya neteweyên azadîxwaz û têkoşerên Îranê ya ji bo bidestxistina armancên azadîxwaz ên gel xurtir bike.”

Eniya yekgirtî ya 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê bersiva gefên Reza Pehlewî da
26 sibat, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 22’yê Sibatê 5 partiyên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, (Sazmanî Xebatê ya Kurdistanê-Îran û Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê yekgirtineke siyasî û bernameyeke hevpar ya karê siberojê li Îranê bikin ava kirin. Her pênc partiyan eniyeke yekgirtî ya siyasî di bin navê ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya li Îranê’ ava kirin. 

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya li Îranê, di derbarê dijayetî û êrişa kurê şahê berê yê Îranê Şah Îsmaîl Reza Pehlewî yên li ser hevepeymaniya partiyên Kurd de, duh daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Civaka mafxwaz a Kurdistanê!

Xelkê azadîxwaz ê Îranê!

Piştî ragihandina ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê’, pêlek ya şahî, coş û xuruşê şoreşgeran, gelê Kurd, neteweyên bindest û azadîxwazên Îranê bi xwe girt. Ragihandina vê hevpeymaniyê di nav hêzên siyasî, xebatkarên Îranê û navendên siyasî yên navneteweyî de dengvedanek berfireh çêkir. Li aliyê din, rejîma Komara Îslamî û her wiha komek dijberên mafên neteweyên bindest û azadiya demokratîkan ku xwe di bin kirasê muxalefetê de vedişêrin, bertekek hestiyarî û nefretwarî nîşan dan ku ji xwe dihat çaverêkirin.

Di berdewamiya van dijberiyan de, roja çarşemê (25’ê Sibatê) Reza Pehlewî, bi weşandina postek li ser medya dijîtal X’ê ku wêjeyeke tehrîkbar û tohmetên bê bingeh di nav xwe de dihewand, neteweya mezin a Kurd û partiyên siyasî yên têkoşer ên Kurdistanê xist ber êrişek gilî û heqaretê, wî ‘Cûdaxwazî’ ya Gopal Hloli nîşan da û gef xwar ku piştî hilweşîna Komara Îslamî dê artêşê ji bo tevgerên mafxwazên neteweya Kurd bitepisîne bikar bîne.

Wisa xuya dike ku Reza Pehlewî rastiya dîrokî ji bîr kiriye ku her gava ku îradeyek rastîn ji bo parçekirina Îranê hebû, kesî destûr ji bav û bapîrê wî yê tacgirtî negirt û toza wan neşikand. Çawa ku wan di bexşîna Ararata Biçûk, Behreyn û çavkaniyên çemê Hirmend de dudilî nekirin, di firotin yan jî radestkirina beşên cuda yên xaka Îranê de jî dudilî nekirine. Bi rastî, tenê cihê ku

an karîne xwe lê nîşan bidin, qada komkujiya welatiyên sivîl û tepeserkirina azadiya demokrasîxwazên gelê Îranê, bi taybetî jî neteweyên bindest ên vî welatî bûye.

Ev gefên wî yên berdewam ên ‘bikaranîna artêşê li dijî daxwazên siyasî yên neteweyên Îranî’ jî vê rastiyê eşkere dikin ku di Îrana wî ya pêşerojê de, daxwazên sivîl û demokratîk ên ku di Danezana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de hatine destnîşankirin, dê ewlehî û leşkerî bimîne. Ti ferqek bingehîn di navbera rejîma wî ya siyasî ya îdeal û rejîmên zordar ên Îranê yên berê û niha de tune ye. Li gel vê, çima ew difikirin ku xelkê ji aliyê dîktatoriya Komara Îslamî ve zilm lê hatî kirin, dê amade bin ku wekî beşek ji alternatîfek ji bo Îrana pêşerojê, li ber wî û kesên hemfikirên wî serî bitewînin?

Diyare agahiya wî ji dîrok û ernîgariyê nîne, têgihiştinek rast a roja îroyî jî tuneye. Ger na, wê bizanibuya ku artêş hertim çavkaniyek ji bo hemû amûrên zilmê ya hikûmetê û bûye piştgiriya ji bo artêşa terorîst a ‘pasdaran’.

Ew di sedsala borî de qet ji Kurdistanê dûr nebûye. Ti mekanîzmayeke zilm û zordariyê nîne ku li Kurdistanê nehatibe ceribandin û têk neçûbe.

Xencera Riza Pehlewî ya dijî tevgera azadiya Kurd di demek deye ku weke hemu têkoşerên azadiyê dizanin, Pehlewî rolek ku nayê înkarkirin di dabeşbûna tevgera Jîna (Jin, Jiyan, Azadî) de lîstiye. Herwiha her kes dizane Pehlewî bi alîkariya komên gumanbar ên li dora xwe, roleke nayê înkarkirin di afirandina dubendiya di navbera gel û dijberên rejîmê de lîstiye. Dost û dijmin dizanin ku neteweya Kurd û partiyên siyasî yên têkoşer, di tevahiya jiyana zordar a komara Îslamî de, hertim dijî zilma Xumeynî bûn û hertim piştevaniya rast ya azadîxwazên neteweyên Îranê bûn.

Di rêya xebata dijî vê rejîma zilimkar de bedelên mezin dane, lê ev kes hizbên Kurdî bi hevkariya li gel Xumeynî tometbar dike. Ev sucdarî jî di demekê deye ku Kurdistan ji bejahî û hewayî ve hedefa êrişan deye. Reza Pehlewî bi xwe gelek caran gotiye ku wî name ji Xumeynî re nivîsiye û jê xwestiye weke pîlotek asayî tevlî hêzên wî bibe.

Balkêşe ku kesekî xwedî demboriyek ewqas şermok, partiyên Kurdistanê bi hevkariya Xumeynî tometbar dike. Di heman demê de li ser hebûna hezaran amêrên starlînk yên ji bo înternetê û gihiştina alîkariyên derve, sozên direw dide xwepêşanderan. Bi hezaran azadîxwazên me kişandiye nava xefika rejîma komara Îslamî. Bê guman piştî azadiya Îranê û darizandina rayedarên xiyanetkar ên hikumet û kujeran, ewê jî li hemberî van cûrên xiyanetê bersiv bide.

Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistanî ya li Îranê, tevî şermezarkirina daxuyaniyên wiha yên Reza Pehlewî, li ser helwesta xwe ya bingehîn ya ji bo parastina armancên neteweya Kurd û mafên rewa yên neteweyên bindest yên Îranê, bi israre. Wê ev peyamên dijminane dawî de negihin ti armancekê. Berovajî vê, wê îradeya neteweyên azadîxwaz û têkoşerên Îranê ya ji bo bidestxistina armancên azadîxwaz ên gel xurtir bike. Lewma em carek din bang li hemû hêzên Kurdî yên ku azadiyê dixwazin, maf û neteweya xwe diparêzin dikin ku tevlî Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistanî ya li Îranê bibin.”