Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir

Endamên Platforma Ekolojiyê ya Jinan li Qamişloyê serdana malan kir û têkildarî “Di her malekê de şitilek, her şitlek darek e” agahdarî dan.

Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir
Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir
Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir
Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir
Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir
Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir
Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir
Endamên Platforma Ekolojiyê serdana malan kir
25 ÇILE, 2024   15:39
QAMIŞLO

Platforma Ekolojiyê ya Jinan 8`ê Çileyê ragihand ku pêngava ku 2023`yan bi dirûşma "Avakirina daristanan li dijî çolbûnê" îsal dê bi dirûşma "Ji bo hebûna xwe li dijî qirkirina jinan û xwezayê û pêkanîna azadiyê em li ber xwe bidin" berdewam bike. 

Pêngav dê heta 4`ê Nîsanê dewam bike. Di vê çarçoveyê de endamên platformê serdana gelek malan li Qamişloyê kir û bi şêniyan re axivîn da ku wan teşwîqî darçandnê bikin.

Di serdanê de, îşaret pê hate kirin ku azadiya jinan bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û divê xwedî li fikrên wî derkevin.

Li kêleka serdana malan, li gorî bernameya pêngavê, dê çalakiyên cuda bên lidarxistin; semîner, civîn, dewreyên perwerdeyê têkildarî têkilya jin û xweza û civakê, çandina daran li cihên jinên pêşeng şehîd bûne, bên organîzekirin.

(şx)

ANHA