Li Bûkemalê teqîneke mezin pêk hat

SOHR`ê ragihand ku li nêzî bajarê Bûkemalê yê li rojhilatê Dêrazorê teqîneke mezin rû daye.

Li Bûkemalê teqîneke mezin pêk hat
25 ÇILE, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li derdora bajarê Bûkemal ê li rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, teqîneke mezin rû daye. Hemwextî wê dûman ji wir rabûye. Lê belê agahiyên dîtir der barê teqînê de parve nekirin.

SOHR`ê bi xîr xist ku beriya çend rojan balafirên şer wesayîteke çekan a milîsên Îranê kiribû hedef û di encamê de herî kêm 2 milîs hatibûn kuştin.

(şx)