Endamên Partiya El Weten El Sûrî: Jinan bi têkoşîna xwe destkeftiyên şoreşê parastin

Endamên Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya aştiyê û wekheviyê û got "Jinan bi saya berhema têkoşîna xwe ya li hemberî zilmê cihê xwe di nava rêveberiyê de girtiye û bi têkoşîna xwe destkeftiyên şoreşê parastin."

Endamên Partiya El Weten El Sûrî: Jinan bi têkoşîna xwe destkeftiyên şoreşê parastin
16 hezîran, 2025   03:45
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Endamên Partiya El Weten El Sûrî têkildarî rola jinan û parastina destkeftiyan ji ajansa me re axivîn.

Emîre El Îsa got: "Zihniyeta ku bi hezaran salan ku jin dane çewsandin êdî nema li ser rûye erdê carek din pêk were bi saya têkoşîna jinê. Zihniyeta DAÎŞ'ê  jî bi saya têkoşîn û berxwedana projeya Rêveberiya Xweser hate bi dawî kirin. Rêveberiya Xweser roleke gelek mezin lîst. Jinê bi têkoşîna bi salan a li hemberî zihniyeta baviksalarî karî cihê di nava xebata rêverberiyê de bigire. Têkoşîna jin û pêşgiriya projeya Rêveberiya Xweser ji valahiyê nehatiye."

Emîre El Îsa diyar kir ku jinên Ereb bi saya beşdarbûna xwe ya berfireh di qadên cuda yên jiyanê de îro berhemên têkoşîna xwe dibînin. Jinan bi têkoşînê destkeftiyên xwe parastin.

Emîre El Îsa destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser ji hemû jinên cîhanê re bû çavkaniya sirûşê. Her wiha da zanîn ku jinên Ereb bi biryardarî û israra bidestxistina azadî û wekheviyê li hemberî hemû zehmetiyan sekinîn û ew zehmetî derbas kirin.

Betol Mihemed diyar kir ku pêvajoya ku 14 salan a Rêveberiya Xweser dide meşandin, mafê tevahî jinan dane parastin. Divê jin jî xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin û wan biparêzin. Betolê got: "Eger niha jin cihê xwe fermandariyê de digire ev ji valahiyê nehatiye, lê encama têkoşîna bi salan a li dijî neheqî û zordaran e. Jinên Ereb li dijî hişmendiya eşîrtî û kevneşopiyên ku statûya wan kêm dike serî hildane, lewma îro jî di hemû qadan de cihên xwe di navendên biryardayînê de digirin. Ev yek jî bi saya projeya Rêverbiya Xweser e."

Kemîle Rece diyar kir ku jinên Ereb ji bo şikandina zincîrên koletiyê berdêlên giran dan û destnîşan kir ku felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan jinan bi mafên wan dan nasîn.

Kemîle Rece anî ziman ku ew bi têkoşîna jinên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine îlham digirin û dê heya pêkanîna wekhevî û demokasiyê şopdarên rêya wan bin û wiha lê zêde kir: “Rêveberiya Xweser ji bo piraniya jinan bû hêvî. Jin dê têkoşîna xwe xurttir bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

ANHA