Koçber dixwazin bi lez vegerin warên xwe

Koçberan daxwaza vegera bilez a li warên xwe kir û nerazîbûn li hember bêxemiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya der barê vegerandina wan de anîn ziman. Koçberan got vegera wan girêdayî garantiyan e.

Koçber dixwazin bi lez vegerin warên xwe
16 hezîran, 2025   06:45
HESEKÊ
BILIND HECÎ

1’ê Hezîranê yekem civîna fermî di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pêk hat. Di civînê de her du aliyan li ser vegerandina bilez a koçberên sûriyeyî li warên wan li hev kir. Tevî vê lihevkirinê jî lê heya niha hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu gav neavêtiye.

23’yê Çileya îsal Rêveberiya Xweser biryarek dabû ku vegera dilxwaz a koçberan ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wekî Hol û Erîşeyê, hêsan dike. Ev biryar di bin çavdêriya Desteya Kar û Barên Civakî û Kar û Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de û di bin parastina Hêzên Ewlekariya Navxweyî de tê bicihanîn. Di vê çarçoveyê de, heta niha 11 beşêm koçberên li kampa Erîşeyê ber bi herêmên wan ve hatin veguhastin. Lê hîna jî 11 hezar koçber anku 2 hezar û 100 malbat li kampê dimînin.

Der barê mijarê de hejmarek ji koçberên li kampê nerazîbûna xwe li hember nêzîkatiyên hikumeta veguhêz anîn ziman û got vegera wan a li warên wan girêdayî garantiyê ewlehî û binesaziya guncaw û desteka piştgiriya aborî û perwerdeyê ye.

’NE EWLEHÎ HEYE Û NE JÎ MAL’

Koçbera bi navê Fatima Mihemed Elî ya ji Dêrazorê metirsiyên ewlehiyê yên li herêma xwe wekî gefa herî mezin a li pêşiya vegerê û got: " Li herêmên me sûc tên kirin, teqîn çêdibin û mayîn jî jiyana sivîlan dixin xetereyê. Em li benda vegera ewle bûn, lê tiştê ku em niha dibînin jiyana me tehdîd dike.  Em hebûna hêzên bêalî yên NY’yê û xizmetên bingehîn ên jiyanê dixwazin."

Koçberê bi navê Kazim Telal El Katai jî behsa nebûna xanî kir û wiha anî ziman " Her çend ewlehî hatibe dabînkirin jî, xanîyên me tune ne. Hemû xanîyên me wêran bûne. Çar zarokên min hene ku di nav kampê de zewicîne. Dema ku stargehek me tune be, ez ê çawa wan vegerînim? Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku ji bo me xanîyan ava bikin û jiyaneke bi rûmet mîsoger bike."

’ZAROKÊN ME BÊ PERWERDE Û BÊ HÊVÎ NE’

 Ayda Dawûd El Huweydî yê ji bajarê Meyadîn ê li Dêrazorê jî got: "Ji ber nebûna perwerdeyê, siberoja zarokên me wêran bûye. Em li kampê li ser alîkariyan dijîn. Eger em vegerin aboriyek me tune ye. Em bernameyên piştgiriya psîkolojîk û perwerdehî dixwazin, ji ber ku zarokên me ji bilî li bendewariyê û fikarê tiştek din fêr nebûne."

Ayada El Huweydî daxwazên koçberan wiha parve kirin: “Peydakirina jîngehek ewle û aram, binesazî, xanî û xizmetên bingehîn, pêşkêşkirina piştgiriya aborî, perwerdehî û derûnî da ku malbatan ji nû ve tev li jiyana xwe bibin.”

(bb)

ANHA