Şêniyên Dêrikê: Em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin

Şêniyên Dêrikê diyar kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûye daxwazeke sereke û got dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Şêniyên Dêrikê: Em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin
16 hezîran, 2025   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şêniyên bajarê Dêrikê têkildarî pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin" ya ku destpêka Hezîranê ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatiye destpêkirin, nêrînên xwe bi me re parve kirin. 

Fatima Hemîd got: “Azadiya Rêbertî azadiya jinan û tevahiya gelan e, loma dîtina wî ji me re xewnek ku em hewl didin pêk bînin. Ji kêliya dîlgirtina wî û heya îro daxwazên me yên azadiya wî nesekinîne.”

Îzet Hemîd got: “Dîtina Rêber Abdullah Ocalan hesretek di dilê me de ye. Ji bo azadiya wî pêk were çi ji me were xwestin em ê bikin.”

Muna Hesen jî got: “Rêber Abdullah Ocalan semola aştî û azadiyê ye. Rêbertî ji bo tevahî netewe û gelan têkoşînê dike. Divê hevdîtin pê re were kirin.”

Her wiha Elî Orêl jî got: “Ez dixwazin hevdîtinê bi Rêbertî re bikin. Projeya wî xizmeta tevahî gel û rengan dike. Ji girava Îmraliyê çirûskên xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş derdikevin.”

(bb)

ANHA