Endamên Navenda Dicle û Koma Cûdî tev li seferberiyê bûn

Endamên Navenda Dicle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî tev li seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye bûn.

Endamên Navenda Dicle û Koma Cûdî tev li seferberiyê bûn
18 ÇILE, 2026   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku pêwîst e gel li kêlek QSD û YPJˊê bisekinin û banga berxwedanê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir.

Bi armanca bersivdana banga Rêveberiya Xweser endamên Navenda Dicle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî ya Dêrkê ya kantona Cizîrê tev li seferberiya giştî bû û li kêlek QSDˊê û YPJˊê sekinî.

Li pêş navenda Dicle daxuyaniyek hat xwendin, endamên bang li gelê herêmê kir ku hişyar bin û tev li seferberiya giştî bin.

(fr)