Eşîra Deqorî ya Amûdê tev li seferberiyê bû

Eşîra Deqorî ya bajarê Amûdê û gundewarê wê tev li seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû û bang li tevahî hêzên civakî kir ku yekgirtî bin.

Eşîra Deqorî ya Amûdê tev li seferberiyê bû
18 ÇILE, 2026   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca bersivdana seferberiya gitşî, eşîra Deqorî bi daxuyaniyekê tev li seferberiya giştî bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Em şêniyên eşîra Deqorî ya Amûdê û gundewarê wê radigihînin ku tev li seferberiya giştî bibin û parastina Kurdistanê bikin, ev beşa li Sûriyeyê beşek herî girîng e, xaka bav û kalên me ye, rûmet û nasnameya me ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "Em yekitiya xwe li hember gefan bikin yek, berjewendiya Kurdistanê di ser her tiştî re bigirin. Parastina xakê û rûmetê erkekî pîroz e."

(fr)