Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar bûn

Dê li meclisa tirkiyê de bi navê Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk bê avakirin. Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar bû. Ji bo komîsyonê navê Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç û Cengiz Çiçek hat diyarkirin.

Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar bûn
17 tîrmeh, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, di çarçoveya “Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk” de dawetiye ji bo partiyên siyasî şandin. 

Nûmar Kurtulmuş ji bo saet 10.00ê 18ê Tîrmehê dawetiye ji partiyên ku li meclisê komên wan hene re şand. Dîsa dawetiye ji bo partiyên ku komên wan li meclisê tune ne re jî şand. Ji her partiyekê xwest ku li ser navê wan nûnerek beşdarî komîsyonê bibe.

Navê endamên DEM Partiyê yên beşdarî Komisyona bê avakirin bibin, diyar bû. Hat zanîn ku dê Hevberdevka HDKê Meral Danış Beştaş, Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç û Parlamenterê Stenbolê Cengiz Çiçek dê beşdarî komîsyonê bibe.