Li gundewarê Tertûsê tevgera zêde ya hêzên hikumeta veguhêz

Di çend saetên dawîn de hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz bi awayekî zêde li gundewarê Tertûsê belav bûne û bendên demkî yên kontrolê danîn.

Li gundewarê Tertûsê tevgera zêde ya hêzên hikumeta veguhêz
4 kanûn, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz  di çend saetên dawîn de li bajarê Safêta yê gundewarê Tertûsê belav bûne û bendên demkî yên gerok danîne.

SOHR’ê da zanîn ku tevgera hêzên ewlehiyê yên hikumeta tirs li nava şêniyan de çêkir.

Li gorî SOHR, endamên hêzên ewlehiyê bêyî ku sedeman diyar bike, rêwî kontrol dikir û nasnameyan wan dibirin.

Şênî bi fikarin ku ev tevger bibe sedema destgîrkirina wan.

(bb)