Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di qezayekê de şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê li Girkê Legê di encama qezayekê de şehîd bûbû, aşkera kir.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di qezayekê de şehîd bû
15 nîsan, 2025   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê aşkera kir ku endamê wan Mihemed El Mihemed dema ku li bendeke kontrolê ya li bajarê Girkê Legê li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Mihemed El Mihemed re xwest û soz da ku heta pêkanîna ewlehî û aramiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe li ser rêya şehîdan berdewam bikin.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Mihemed El Mihemed
Navê Bav: Atellah
Navê Dayikê: Reyûf
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Nasiriye, 09.01.1999
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Girkê Legê, 11.30.2023
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, 14.04.2025