Endama KNK`ê Ebîr Hesaf: Dê pêvajo aramî û aştiyê pêk bîne

Endama KNK`ê Ebîr Hesaf da zanîn ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo avakirina aramiyê û aştiyê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê gaveke girîng e û got dê pêvajo aramî û aştiyê pêk bîne.

Endama KNK`ê Ebîr Hesaf: Dê pêvajo aramî û aştiyê pêk bîne
7 ÇILE, 2026   07:25
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava (KNK) Ebîr Hesaf der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji ajansa me re axivî.

Ebîr Hesaf di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi milyonan xelk di nava metirsya qirkirinê ne de ye, Rêber Abdullah Ocalan bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gaveke girîng avêtiye. Di vê pêvajoyê de ya girîng ew e ku li ser xaka Kurdistanê aramî û aştî pêk were, ji ber rewşa Kurdistanê bi giştî bi hev re girêdayî ye, heke pêvajo li deverekê bi ser bikeve dê bandora xwe li devera din bike. 

Ebîr Hesaf da zanîn ku pêwîstî bi vekirina maseyeke diyalogê hebû, ew gav jî ya Rêber Abdullah Ocalan e ku bi pêvajoyê daye destpêkirin. 

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku pêvajoyê hişt agirbestê bê ragihandin û îro jî li Rojava bi rengekî siyasî gefên ku dewleta Tirk li ser herêmê jî dixwarin, di mêzînê de ne û dê ew jî rawestin û wiha pê de çû: “Wê bi pêvajoyê re ev herêm bi giştî berê xwe bide rewşeke aram, ew aramî jî li Rojhilata Navîn aştiyekê ava bike. Dê kêşeya kurdî ya ku bi sedên salan e heye û dem hatiye ku gelê Kurd mafên xwe biparêze, çareser bibe. Bi vî awayî rewşeke nû ava bibe, gelê Kurd û miletên derdora wê bi aramî û aştî bijîn.”

Ebîr Hesaf diyar kir ku di destpêkê de wekî projeya neteweya demokratîk hatiye pêşkêşkirin, lê ew bi xwe ji bingeheke demokrat e ku gelê herêmê êdî bi hev re di nava aştiyê de bijî. Ev pêvajo jî dikeve xizmeta avakirina civak û herêmeke demokratîk, di nava wê civakê de dê her kes bi taybetmendî û hebûna xwe ya parastî jiyana xwe bidomîne.

ANHA