KDP-S: Sûdwarê êrişên li dijî Helebê dewleta Tirk e

KDP-Sˊê êrişên komên hikumeta demkî yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û diyar kir ku aliyê sûdê ji van êrişan werdigire dewleta Tirk e, ji ber dixwaze bicihanîna peymana 10ˊê Adarê asteng bike. KDP-Sˊê bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên aştiya navxweyî li Sûriyeyê rabe.

KDP-S: Sûdwarê êrişên li dijî Helebê dewleta Tirk e
6 ÇILE, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîtburoya Partiya Demokratîk a Kurdistan – Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên sûcdar ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û anî ziman ku aliyê yekane yê sûdê ji van êrişan werdigire dewleta Tirk e û aliyên pişgirtiyê didin van çeteyan berpirsiyariya tevahî sûcên li dijî welatiyan dîtin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em bi tundî êrişên sûcdar ên çeteyên Emşat û Hemzat li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, êrişên li dijî eniyên Dêr hafirê û komkujiyên li dijî sivîlan û topbarana bêserûber li dijî herêmên niştecihan şermezar dikin. Ev yek binpêkirina zelal a tevahî nirxên mirovahî, qanûn û urfên navneteweyî ne.

Ev rageşiya xeternak di demeke pir krîtîk de hat, ku li qada Sûriyeyê dan û standin û diyalog di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta veguhêz de hene. Armanca wan diyalog û danûstandin rageşî kêm bibin û rê li pêş çareseriyên siyasî vekin ku bikevin xizmetî siberoja Sûriyeyê û aramiyê wê. Ji lew re ev êriş ji hewlên astengkirina proseya diyalogê û binxistina hewlên bi armanca agirbestê û avakirina baweriyê, ne qut in.

Aliyê yekane ku sûdê ji vê êriş werdigire dewleta Tirk e, ku hewl dide bi rêya wekîl û çeteyên wê bicihanîna peymana 10ˊê Adarê û her gavên rastîn ên ber bi çareseriya siyasî ya befireh ve asteng bike.

Em aliyên piştgiriyê didin van çeteyan berpirsiyariya tevahî sûcên li dijî welatiyan dibînin û bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe yên dîrokî yên parastina aştiya navxweyî û sivîlan li tevahî xaka Sûriyeyê rabin û van binpêkirinan şermezar dikin.

Em bi bijarteya diyalogê û çareseriya siyasî ve girêdayî ne, tevahî şêweyên tundî û terorê yên bi armanca têkbirina aramiyê û qedexekirina Sûriyeyiyan ji mafê çarenûsa siberoja xwe red dikin."

(fr)