‘Em nahêlin PDK nirxên me yên nîştimanî wêran bike’

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê got ew nahêlin PDK bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker nirxên nîştimanî yên gelê Kurd binpê bike.

‘Em nahêlin PDK nirxên me yên nîştimanî wêran bike’
20 îlon 2024   04:40
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker nirxên nîştimanî yên gelê Kurd li Kurdistanê tune bike ji bo ku êrişî kurdistaniyan û axa wan bike û bi hevkariya îstixbarata dewleta Tirk komên sîxuriyê ava bike.

Şêniyên Dirbêsiyê ya kantona Cizîrêdiyar kirin ku ew nahêlin nirxên wan ên nîştimanî bên wêrankirin û li hember siyasetên li dijî wan û gerîla, banga hevgirtinê kir.

Şêniyê bi navê Mihemed El Xatîb got: “Dewleta Tirk a dagirker her tim hewl daye ramanên azad ên ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla, di nav gel de belav bûye, têk bibe. Divê em ji vê bêtir xwedî li têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û gerîla derkevin.”

El Xatîb hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got: "Kesên bi dijmin re li dijî gelê xwe hevkariyê dikin, xayîn in. Em ê li hember vê xiyanetê û dagirkeriyê li ber xwe bidin û heta dawiyê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bin.”

Cîhan Ebdî got divê gel li hember xiyanet û dijminatiya PDK`ê, helwesteke cidî nîşan bidin.

Silêman Mehsîko jî teqezî bi pêwîstiya meşandina têkoşîneke siyasî û civakî li hember siyaset û êrişên qirkirinê yên li dijî kurdistaniyan kir û siyasetên dijminane yên bi hevkariya PDK`ê red kirin.

(şx)

ANHA