Girîngiya fişara gel di bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de
Şêniyên kantona Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê ya ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, red kirin û diyar kirin ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîn were mezinkirin.
Nerazîbûn û metirsiyên gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, zêde dibin. Nemaze ku rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û girtiyan, daxwazên wan ên ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê deng in.
Omer El Ayd ji şêniyên kantona Tebqayê ye têkildarî mijarê got: “Desthilata Tirk sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Rêxistin û aliyên têkildar ên navneteweyî û mirovî li hember van sûcan jî bê deng in. Lê divê em şermezarkirinê berdewam bikin û firehtir bikin.”
El Ayd wiha domand: “Niha serdema berxwedana fikrî ye. Lê dewleta Tirk şerekî leşkerî dimeşîne ji ber ku nekarî li hember ramanên Rêber Abdullah Ocalan bisekine. Ev raman nayê tunekirin. Gelê herêmê.”
El Ayd diyar kir ku tenê bi rêya tevlêbûna çalak di çalakiyên bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û praktîkkirina ramanên wî tecrîd bi dawî dibe û ev li gotinên xwe zêde kir: “Her çi qas hişmendiya gel bi pêş ket, em ê tecrîdê bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.”
Macîde El Hisên jî diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî pîvan û peymanên mafên mirovan e û berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û yên xwedî li neteweya demokratîk derketine.
Macîde destnîşan kir ku tu edalet kesayeteke siyasî û ronakbîr û afrîner mîna Rêber Abdullah Ocalan însaf nake û got: “Têkoşîna ji bo wî tê meşandin, têrê nake. Divê gel têkoşînê mezintir bike û teqez em azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.”
Îqbal El Eran jî got helwest û berjewendiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û girtiyan nahêle daxwaza wan pêk were û got: “Rexne, şermezarkirin û lûma ti bi kêr nayên. Divê gel fişarê zêde bike, têkoşînê firehtir bike û di oxira bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan fedakariyên dîtir bidin.”
(şx)
ANHA